Li Hindistanê bîlançoya avahiya ku hêrifî giran dibe

Li Hindistanê li aliyê rojava avahiyek hêrifî, heta niha 16 kes mirine. Di nav kavilan de li mirovan digerin.

Roja Yekşemê li bajarê Mahadê avahiyek ku 47 mal tê de bûn hêrifî.

Tîmên xilaskirinê ji Dueşmê ve hewl didin mirovên ku di bin kavilan de mane xilas bikin.

Sêşemê piştî nîvro zarokekî 4 salî jî di nav de 9 kes ji nav kavilan hatibûn derxistin. Heta niha 16 kes mirine.

Li gorî rayedaran di bin kavilan de di navbeyna 20 û 70'yî de mirov hene. Bi dehan jê beriya ku avahî hilweş hatibûne xilaskirin.

Hate diyarkirin kesên ku bi saxî ji avahiyê filîtîne gelek caran li ser halê avahiyê gilih kirine. Polîsan jî derheqê kesê ku avahî çêkirî û çar kesên din rapirsîn da destpêkirin.

Ji ber çi avahî hêrifiye nayê zanin, demên baranên mûsonan hêrifîna avahiyan ne awarye ye. Ji ber şiliya zêde ya ji Hezîranê heta bi Îlonê didome gelek bobela çêdibin û ax dişeqite. Îsal ji ber baranên mûson ji 800'î zêdetir li Hindistanê û li jêrparzemîna Hindê 1.300 kes miribûn.