Li Hîndistanê bi hezaran karkerên çayê di grevê de ne

Li Hîndistanê bi hezaran karkerên hilberîna çaya Darjeelîng ku ji bo hemû cîhanê tê şandin, tenê ji bo 50 centên din qezenç bikin dest bi grevê kirin.

Li rojhilatê Hindistanê li herêma Darjeelîng nêzî 400 hezar karkerên ji bo  hilberîna çaya reşa a Darjeelîng kar dikin. Her sal bi deh hezaran ton çaya Darjeelîng tê îxraçkirin û heman demê li Hîndistanê tê tercîh kirin.

Lê mixabin bi hezaran karkerên çaya Darjeelîng ku li quntarên Hîmalayan li 370 herêmên cûda kar dikin li beramberî keda xwe qezença wan kêm e. Duh bi biryara sendîkayên ku nûnertiya karkerên demsala çayê dikin 3 roj an grev hate destpê kirin.

Karkerên çayê rojan e 169 rûpî (2 Euro 10 cent) dikirin û dixazwain bi rêjeya 5 ji 1 heqê wan bê zêdekirin daxwaza 203 rûpiye (2 Euro 60 cent) dikin.

Wezîrê eyaletê Batî Bengal, Gaûtam Dev têkildarî greva karkeran axivî û got di mijara zêdekirina mûçeyê karkeran de li çareseriyekê digerin.