Li Hindistan û Pakistanê barana musonê: 191 kes mirin
Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber barana musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber barana musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Barana mûson a demsalî bandora herî giran li bakurê Hindistanê kir. Li eyaleta Hîmaçal Pradeşê ku bi 500 kîlometreyî dûrî paytext Delhî ya Nû ye, 88 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne. Her wiha gelek pir hilweşiyan û xanî, wesayit û otobus li ber avê ketin.
Li eyaleta Ûttar Pradeşê jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wekî din li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de ye, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Barana mûsonê bandoreke giran li Pakistanê jî kir.
Hate ragihandin ku d navbera 25'ê Hezîranê û 12'ê Tîrmehê de li vî welatî herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dan, 151 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Çemê Sutlej ê li herêma Kasûr a Pencapê jî rabû û bandor li 15 gundan kir. Hate ragihandin ku 11 hezar kes ji herêmê hatin veguhastin.
Li Pakistan û Hindistanê her sal di navbera mehên Hezîran û Îlonê de ji ber barana mûsonê lehî radibe û ziyaneke mezin li herêmê dike.