Li herêma YE û Euro hijmara bêkaran zêde bû

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) Tîrmehê rêjeya bêkaran li gorî meha çûyî her çendî wek xwe mabe jî, ji hêla hijmarê ve 93 hezar kes zêdetir bûne.

Li gorî daneyên Eurostat, saziya îstatîstîk a YE’yê, di nav yekîtiyê de, ku ji 28 endaman pêk tê, Tîrmehê hijmara bêkaran bûye 18 milyon û 916 hezar. Li gorî meha Hezîranê 93 hezar bêkar zêde bûne.

Li herêma Euro jî, ku 19 welat endamên wê ne, Tîrmehê 14 milyon û 860 hezar bêkar hebûn, li gorî meha Hezîranê li vê herêmê jî 73 hezar bêkar zêde bûne.

Li tevahiya YE’yê rêjeya bêkariyê 7,7 ji 100’î bûye, li tevahiya Herêma Euro jî ev bûye 9,1 ji 100’î. Li Herêma Euro 2013’an bêkarî 12 ji 100’î bûye û Îlona 2016’an ev ketibû bin 10 ji 100’î.

RÊJEYA BÊKARIYA CIWAN Hê JÎ PIR ZÊDE YE

Li Herêma Euro rêjeya herî bilind a bêkariyê bi 21,7 ji 100’î Yewnanîstan e û Spanya jî 17,1 ji 100’î ye. Li Elmanya jî ev 3,7 ji 100’i û li Malta jî 4,1 ji 100’î ye.

Rêjeya bêkariyê ya ciwan li Yewnanîstanê 44,4 ji 100’î, li Spanya 38,6 û li Italyayê jî 35,5 ji 100’î ye. Li Elmanya jî ev rêje 6,5 e û ya herî kêm e.

ENFLASYONA SALANE 1,5 JI 100’Î YE

Li gorî daneyên Eurostatê Tebaxê rêjeya enflasyonê 1,5 ji 100’î ye. Tîrmehê jî ev rêje 1,3 bûye.

Tebaxê herî pir di sektora enerjiyê de biha zêde bûne, bi qasî 4 ji 100î, di sektora xizmetê de jî 1,6 ji 100’î zêde bûne. Enflasyona salane ya zad, vexurkan û titinê 1,4 ji 100’î bûye, di berhemên sanayiyê yê derveyî enerjiyê de jî ev 0,5 ji 100’î bûye.