Li herêma Eûroyê enflasyon di asta rekorê de ye

Li herêma Eûroyê enflasyon di meha Tîrmehê de gihişt asta herî bilind.

Bi havînê re li her dera parzemîna Ewropayê bihayê tişaan zêde bû. Li herêma Eûroyê ya ku 19 welat tê de cih digirin, enflasyona salane gihişt asta herî bilind. Li gorî meha Hezîranê di meha Tîrmehê de enflasyon ji sedî 8,9 zêde bû.

Li gorî daneyan di meha Tîrmehê de bihayê enerjiyê ji sedî 39,7 zêde bûye. Enflasyona xurekan jî ji sedî 8,9 derketiye ji sedî 9,8.

Piştî Maltayê Fransa bû welatê ku bihayê tiştan hindikî zêde bûye. Li her sê welatên Baltikê jî enflasyon ser ji sedî 20’î ye û li van deran bihayê tiştan gelekî zêde bûye.