Li Hawaîî’yê dibe ku bîlançoya şewatê bi du yan sê qatî zêde bibe

Ji ber şewata li giravên Hawaîî’yê yên DYE’yê hejmara miriyan herî kêm bû 99. Walî diyar kir ku dibe bîlanço bi du yan sê qatî zêde bibe.

Waliyê giravên Hawaîî’yê Josh Green daxuyanî da CNN’ê û got: “Di 10 rojên pêşiya me de, dibe ku ev hejmar bibe du qat.”

Şewatên li Hawaîî’yê li DYE’yê di sedsala dawî de şewata herî xeter e. Di sedsala 21’an de li cîhanê jî di sala 2009’an de li Awûstralyayê tenê di şewata daristanan de 180 kesan jiyana xwe ji dest dan û sala 2018’an li Yewnanistanê jî zêdeyî 100 kesan bi heman sedemê jiyana xwe ji dest dabûn. 

Walî diyar kir ku xebatên lêgerînê wê 10 rojan bidome û hişyar kir ku dibe ku rojê 10 yan 20 cenazeyan bibînin.

Josh Green got ku ew ji ber şert û mercên guhertina avhewayê û ji ber vê trajediyê tengav bûne.

Serokê DYE’yê Joe Bîden jî ragihand ku ew jî difikire ku biçe Hawaîî’yê. Ji nû ve avakirin wê demek dirêj bigire. Tenê malîyeta şewata Lahaînayê ji aliyê rayedarên federal ve weke 5,52 milyar dolar tê texmînkirin.