Li Hartûmê êrîşa hewayî: 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku artêşa Sûdanê li Hartûmê pêk anî, herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Taxa Kalakla ya Hartûmê, ji aliyê artêşa Sûdanê ve ji hewayî hat bombekirin. “Komîteya Berxwedanê” ku ji destpêka şer heta niha alîkariyên ji bo niştecihên taxê organîze dike û xwe weke alîgirê demokrasiyê pênase dike, ragihand ku di êrîşa hewayî de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Êrîşa hewayî roja Şemiyê pêk hat. Komîteyê destnîşan kir ji ber ku gelek cenaze bi temamî şewitîne û parçe bûne, nehatine hilgirtin.

Ji 15’ê Nîsanê û vir ve şerê di navbera artêşa General Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Bilez a General Mûhamed Hamdan Daglo de, bandorek mezin li welêt dike.

Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Armed Conflict Location & Event Data Project (Acled), heta niha nêzî 5 hezar kesan di şer de jiyana xwe ji dest dane.