Li Haîtiyê pêdiviya 3 milyonan zarokan bi alîkariya mirovî heye
Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) diyar kir li Haîtiyê pêdiviya 3 milyonan zarokan bi alîkariya mirovî heye.
Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) diyar kir li Haîtiyê pêdiviya 3 milyonan zarokan bi alîkariya mirovî heye.
Nûnerê UNÎCEF’ê yê Haîtîyê Brûno Maes got “Li ser zarokên li Haîtiyê xetereyên gelekî mezin heye. Xetere û dijwariyên li ser wan gelekî zêde bûye. Pêdiviya van zarokan bi parastin û alîkariyê heye."
Şerê ku berê li paytext Port-aû-Prînceyê hatibû destpêkirin piştre li bajarê Artîbonîteyê jî didome.
ÛNÎCEF’ê got “Zarok dema diçin dibistanê yan tên kuştin an jî birîndar dibin. Taciz û tecawiza li ser jin û zarokên keç gelekî zêde bûye. Ji bo pereyan mirov tên revandin. Ji ber êrîşan bi deh hezaran kes neçar mane ku koç bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nêzî 3 milyon zarok li benda alîkariya mirovî ne.
UNÎCEF’ê ji bo mudaxeleya li Haîtiyê gotibû divê 246 milyon dolarê Emerîkayê were komkirin lê heta niha bi tenê ji sedî 15’ê vî tiştî hatiye komkirin.