Li Groenlandê Çepa Kesk a li dijî projeya kanê di hilbijartinê de bi ser ket

Li Groenlandê ya ku herêmeke xweser e û bi ser Danîmarkayê ye, ekolojîstên li dijî projeya madenê di hilbijartina giştî de bi ser ketin.

Çepa Kesk a bi navê Inûît Ataqatîgîit (IA) ji sedî 36,6’ê dengan stend. Ekolojîstan li gorî hilbijartina di sala 2018’an de rêjeya xwe ya dengan ji sedî 11 zêde kirin.

Rêveberê IA’yê Mûte Egede ji televîzyona KNR’ê re axivî û got “Em spasiyên xwe li gel dikin ku ji bo çar salên pêşiya me, bawerî dan me.”

Tê payîn ku wê IA ji 31 kursiyên li parlementoya xweser, 12 kursiyan bi dest bixe. Berê jî bi tenê 8 kursiyên wan hebû.

Partiya Sîûmûtê sosyal demokrat jî bi ji sedî 29,4 bû partiya duyemîn. Sîûmût ê ku alîgirê projeya kana li Kûannarsûîtê bû, li gorî hilbijartina borî hejmara kursiyên xwe yek zêde kiriye.

Dibe ku IA bi yek du partiyên din re tifaqê bike û koalîsyonê çêbike. Mûte Egede diyar kir ku beriya koalîsyonê ew ê li ser teşeyên hevkariyê dest bi hevdîtinan bikin.

IA li dijî kanên ûranyûmê û projeya xebitandina erdên kêmpeyda ne. IA diyar dike ku wê vê projeyê bidin sekinandin.