Li gorî UNICEF’ê di xwepêşandanên Îsraîlê de 40 zarok mirine

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di dema şer û xwepêşandanên li ser sînor ên di navbera Îsraîl û Filistînê nava salê de 40 zarok mirine.

Li Gazeyê ji 30’ê Adara 2018’an û vir ve her roja Înê li ser xeta sînor Îsraîlê xwepêşandanên di bin navê ‘Meşa Vegera Mezin’ de dewam dikin. Filistînî bi van çalakiyan dorpêça Îsraîlê protesto dikin.

UNICEF a daxuyaniyeke nivîskî da ragihand ku li Rojhilata Navîn û

Li gorî daxuyaniya Midûrê Herêmî yê Rojhilata Navîn û Bakur Afrîqa yê UNICEF’ê Geert Cappelaere yê daxuyaniyek nivîskî da got: “Di nava 12 mehên dawî de, nêzî 40 zarok di van xwepêşandanan de mirine.”

Di xwepêşandanên ji 30’ê Adara 2018’an û vir de, di êrîşan de bi kêmanî 258 Filistînî mirine. Ji wê dîrokê û vir ve 2 leşkerên Îsraîlî mirine.