Li gorî NY'yê di salekê de 870 hezar kes li Mûsilê vegeriyan

Neteweyên Yekbûyî got piştî Mûsil ji dest çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di nav salekê de 870 hezar kes li Mûsilê vegeriyaye.

Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Marta Ruedas got, ‘’Piştî ku ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di nav salekê de 870 hezar kes li Mûsilê vegeriya.


Ruedas got piştî rizgarbûna Mûsilê di nav salekê de gelek ‘hêlên mirovî bi dest ve hatine’.


Çeteyên DAÎŞ’ê yên bi desteka rejîma Enqerê 2014’an hema hema hemû Mûsil bê ku ti şerekî bike dagir kiribû û ji xwe re kiribû paytext. Çeteyan bi dagirkirina Mûsilê re li Iraq û Sûriyê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûcên barbarî kiribûn û bi taybetî piştî berxwedana mezin a Kobanê, berxweda rûmeta mirovahiyê gav bi gav hemû deverên di dest de digirtin ji dest çûn. Dagirkeriya li Mûsilê Tîrmeha 2017’an bi dawî bûbû. Piştî ku DAÎŞ’ê Mûsil dagir kirî nêzî milyonek mirov neçar mabûn ku bajarê xwe berdin. Her çendî bajar hate rizgarkirin jî bajar bûbû kavil, nexweşxane û dibistan jî di nav de navenda bajêr gelek dever hatibûn mayinkirin.


Rayedarên NY’yê dibêjin piştî dagirkeriyê bi salekê birîna êşên mezin hatine pêçan. Ruedas got vê sala dawî saziyên alîkariyê yên NY’yê li bajêr gelek  alîkariya mirovî kirine. Ruedas diyar kir li gel vê jî li Iraqê hê jî gelek pêdivî bi alîkariya mirovî heye.


Ruedas wiha got: ‘’Li Mûsilê normalîzebûna jiyanê her çendî em wêrek kiribin jî, li Iraqê hê jî 2 milyon mirov bê şûn û war in. Kesên ku li Mûsilê vedigerin bi gelek zehmetiyan re dijîn.


NY’yê raporek derbarê alîkariya mirovî ya salekê a ji Mûsilê weşand. Li gorî vê raporê wargeh ji bo Mûsiliyên ku bajarê xwe berdane hatine avakirin, ji bo yên ku vegeriyane navendên alîkariya lezgîn hatine danîn, 638 dibistan hatine nûjenkirin, xwarina lezgîn dane 87 hezar xwendekar, li Nînovayê 53 hezar ambulans hatine şixulandin, du nexwexaneyên qadê hatine avakirin.