Li gorî NY’ê Koreya Bakur ji bo ku mîlîtarîze bibe, mafên mirovan binpê dike

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk diyar kir ku Koreya Bakur ji bo mezinkirina mîlîtarîzasyonê, bi rengekî “bêrehm” û “mirov nikare xeyala wê bike” mafên mirovan binpê dike.

Li ser daxwaza DYE’yê ku di meha Tebaxê de serokatiya Konseya Ewlekariyê dikir, ji 2017’an ve cara destpêkê civîna du saetî ya ji raya giştî re vekirî lidar xist û di civînê de rojeva sereke bi temamî li ser mafên mirovan a li Koreya Bakur bû.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk di Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de axivî, qala binpêkirinên mafan kir û got: “Piraniya van binpêkirinan, ji bo mezinbûna mîlîtarîzasyona Koreya Bakur e.”

Her wiha Konseya Ewlekariyê nûnerekî rêxistina sivîl ku ji Koreya Bakur reviyaye û malbata wî koçî Koreya Başûr kiriye, vexwend. Îlhyeok Kîm metnek Îngilizî xwend û “tecrîdkirina gelê Koreya Bakur” û “cezakirina gel”, “ji bo jiyana luks a lîderan” bi karanîna “xwîn û xwiha” gel şermezar kir.

Îlhyeok wiha got, “Lê ne di xema hikûmetê de ye. Tenê çekên nukleer pêş dixe û ji bo ku xwe heq derxîne, propagandaya xwe dike û hêza xwe diparêze.”

Sefîra Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Emerîkayê Linda Thomas-Greenfield jî qala bi binpêkirinên ku ji aliyê “nûnerê civaka sivîl” ve hatî rêzkirin, kir û wiha got: “Binpêkirinên mafên mirovan ew qas tirsnak in ku nayên xeyalkirin.”

Koreya Bakur ji sala 2006’an ve rû bi rûyê pêkanînên navneteweyî dimîne. Sala 2017’an ev pêkanîn sê caran hatin zêdekirin.