Li gorî HRW’ê 7’ê Cotmehê komên Fîlîstînî bi sedan sûcên şer kirin

Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW), komên Fîlîstînî yên li Xezeyê 7’ê Cotmehê di êrîşa li dijî Îsraîlê de “bi sedan” sûcên şer kirin.

HRW’ê raporek weşand. Rapor weke xebata navneteweyî ya herî kûr a têkildarî êrîşa 7’ê Cotmehê, tê nirxandin. Lêkolîn, li gorî hiqûqa navneteweyî gelek sûcan bi hûrgiliyan datîne holê.

Alîkara Dîrektoriya HRW’ê Belkis Wille civîneke çapemeniyê lidar xist û got: “Ne pêkan e ku em têkildarî hejmara bûyeran, hejmareke teqez diyar bikin. Diyar e ku wê rojê bi sedan bûyer hebûn.”

Li gorî raporê, di van sûcên şer de “êrîşî sivîlan û tiştên sivîlan hatiye kirin, girtî bi zanebûn hatin kuştin, muameleya zalimane û dermirovî, tundiya li ser esasê zayendî, parçekirin û dizîna cenazeyan, weke mertaleke zindî bikar anîn û çalakiyên talan û wêranê jî” cih digirin.

Li gorî raporê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan her wiha tespît kiriye ku “sivîl bi rengekî bi plan hatine kuştin û dîlgirtin” û “sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin”.

Di rapora HRW’ê de tê diyarkirin ku herî kêm 815 sivîl hatine kuştin.

Her wiha ji 251 kesên ku roja 7’ê Cotmehê hatine revandin, 116 kes hîna li Xezeyê tên girtin û artêşa Îsraîlê ragihand ku ji vane 42 kes mirine.

Îsraîlê piştî êrîşa 7’ê Cotmehê, şerekî hilweşîner da destpêkirin û di vî şerî de bi deh hezaran Fîlîstînî hatin kuştin, krîzeke mirovî ya giran çêbû. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê nêzî 39 hezar kes mirin. Gelek dewlet û aktorên siyasî û sivîl, Îraîlê bi pêkanîna qirkirinê sûcdar dikin.