Li gorî hikumeta Srî Lankayê, tevgera 'Îslamî' komkujî kir!

Berdevkê hikumeta Srî Lankayê ragihand, komkujiya ku roja Yekşemê pêk hat û nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê tevgereke Îslamî ya xwecihî ve hatiye kirin.

Berdevkê hikumetê Rajitha Senaratne diyar kir, êrîş ji aliyê koma xwecihî ya bi navê National Thowheeth Jama'ath (NTJ) ve hatiye kirin.

Rayedarên Srî Lankayê lêkolîn dikin ku têkiliya êrîşê bi komên biyanî heye yan na.

Der barê NJT'ê de servîsên polîsan beriya deh rojan hişyariyek dabûn. Di hişyariyê de hatibû ragihandin, kom amadekariyan dike ku êrîşê dêran û sefaretxaneya bilind a Hîndistanê ya li Colomboyê bike.

21'ê Nîsanê roja Yekşemê di dema ayina Paskalya de êrîş li dijî Xiristiyanan û tûrîstan hatibû kirin. Di êrîşan de herî kêm 290 kes miribûn, nêzî 500 kes jî birîndar bûbûn.