Di navbera banga alîkariya ewil a koçberan û binavbûna keştiyê de 14 saet derbas bûbû. Piştî vê trajediyê pirs zêde bûn û bersivên Frontex û Yewnanistanê ên bi nakok derketin holê.
Servîsa çapemeniyê ya Frontexê ji AFP'ê re axivî û got, "Frontex ê di 13'ê Hezîranê de destekeke zêde ya hewayî ji rayedarên Yewnanistanê xwest, lê ti bersiv nehate dayîn."
Berê roja karesatê, navenda kordînasyona Îtalyayê (MRCC) ferman da balafirên Frontexê ku saet 08:33 sibê li keştiya masiyan bigerin. Li gorî Frontexê, keştiya ku koçber tê de bûn saet di 09:47’an de hatiye dîtin.
Frontexê got, "Balafir berî ku neçar bimîne ji bo sotemeniyê dagire vegere baregehê, 10 deqîqeyan keştiya masiyan şopandiye.”
Frontexê beriya deh rojan jî diyar kiribû ku, ji Yewnanistan xwestibû ku bêyî dereng bikeve balafireke keşfê bişîne behra Egeyê û li wir keşfê bike.
Lê belê, li gorî Frontexê rayedarên Yewnanistanê ferman dabûn ku balafirê keşfê di operasyoneke din a rizgarkirinê ya li başûrê Girîtê de ku 80 kes di xeteriyê de ne, were bicihkirin.
Keştiya ku koçber û penaber tê de bûn di şeva 13 û 14'ê Hezîranê de li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû. Li gorî bîlançoya fermî 82 kesan jiyana xwe ji dest dan. 104 kes hatin rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Koçberiyê ya Cîhanê, di keştiyê de ji 400 heta 750 kes hebûn. Di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Tê texmînkirin ku bi sedan ji wan ji Pakîstanê hatine. Ji kesên hatin rizgarikrin 47 jê ji Sûriyeyê, 43 jê ji Misrê, 12 jê ji Pakîstanê û 2 jî Filistînî bûn.