Li gorî DYE'yê ji bo hilbijartinên azad divê Morales tevlî nebe

Li Bolîvyayê ku Serokdewlet Evo Morales bi darbeyê ji wezîfeyê hate dûrxistin, xwepêşandanên gel ên li dijî darbeyê didomin. DYE îdîa dike ku ji bo hilbijartinên azad û wekhev divê Morales tevlî hilbijartinê nebe.

Piştî xwepêşandanên mûxalefeta rastgir a bi îdîaya hilbijartina bi guman û piştevaniya kapîtalîstên dewletên rojavayî Morales di encama zexta polîs û artêşê neçar mabû ku îstifa bike. Morales beriya îstifaya xwe hilbijartina pêşwext ragihand û tê payin ku di dawiya salê de pêk were. Morales li Meksîkayê li sirgûnê ye. Bi hezaran kesên piştgiriya Morales dikin daketin qadan û li ber darbeyê rabûn.

Li El Alto ku piştgiriyeke xurt dide Morales, di merasîma 5 kesên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin de bi hezaran kes li hev kom bûn û darbe şermezar kirin. Polîsan jî bi tundî dest li wan werdan.

DYE: JI BO HILBIJARTINÊN AZAD DIVÊ MORALES TEVLÎ NEBE

Li aliyê din rêveberiya DYE'yê ku bi rengekî eşkere piştgiriya darbeya li dijî Morales dike, hişyar kir ku divê lîderê li sirgûnê tevlî hilbijartinê nebe. Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo bi daxuyaniyekê ragihand ku wê piştgiriya Jeanîne Anez bikin ku bi rengekî bêhiqûqî ji bo demekê ji bo serokatiyê hate wezîfedarkirin.

Pompeo bal kişand ser daxuyaniya Morales ku gotibû 'ji bo aştiya li welêt' dibe ku tevlî hilbijartinên nû nebe û îdîa kir ku di hilbijartinên 20'ê Cotmehê de hîle hatibû kirin. Pompeo got, "Yên ku ji hîleya hilbijartinê berpirsyar in ji bo 'başiya Bolîvyayê' divê tevlî hilbijartinê nebin."