Li gorî CBS Newsê êrîşa li ser petrola Siûdî Hamaney pejirand

Li gorî televizyona CBS News a Emerîkî êrîşa li ser jêr avaniya petrolê ya Siûdî bi plangeriya Îranê ye û Ayetullah Elî Hamaney êrîş pejirandiye..

CBS News xwe spart ser kaneke Emerîkî. Çarşemê Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo dema serdana Siûdî kirî derheqê êrîşê gotibû ''çalakiya şer'' a bi ''şopa dijîtal'' a Ayetûllah Hamaney.

Tehran dibêje ti rola wan di wan êrîşên hewayî de tine ku hilberîna petrolê ya Siûdî şeht kiribû bi êrîşên hewayî pêk hatibû. Hûsiyên Yemenê êrîş anîbûn ser xwe.

Rayedarekî Emerîkî ku ji CBS Newsê re axivî, diyar kir ku lîderê dînî Hamaney bi şertê ku Îran berpirsyariya xwe qebûl neke û ti delîlek neyê hiştin êrîş pejirandiye.

Li gorî eynî kana Emrîkî ew xwedî hin agahiyên pêbawertir in ku Çarşemê Wezareta Berevaniyê ya Siûdî li ser bermahiyên dorone û moşekên gerok dane. Kana Emerîkî diyar kir hin wêne di dest wan de hene ku di wêne de Zêrevanên Şoreşê li baregeheke leşkerî ya rojhilatê başûr ê Îranê haziriya êrîşê dikin.

Li gorî CBS'ê hêzên Emerîkî piştî êrîşê behsa giringiya wêneyan kir û got, ''bê hazirî bi ser me de girtin.''