Li gorî Bolton sabotaja li keştiyan karê Îranê ye

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê DYE'yê John Bolton got bi îhtîmaleke zêde li pişt êrîşa li ser keştiyên li peravên Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî (MEY) Îran heye.

John Bolton ji nûçegihanan re axivî û got 'bi îhtîmaleke zêde' li pişt çalakiya sabotajê ya 12'ê Gulanê Îran heye.

Li peravên Fuceyrayê ya li têka Kendavê çalakiyeke sabotajê li ser 4 keştiyan çêbûbû, ku du ji van keştiyan keştiyên petrolê yên Siûdî bûn.

Bolton got, ''bi îhtîmaleke mezin bi mayinên deryayî yên Îranê'' keştî bûne hedef.

Bolton Sêşemê serdana MEY'ê kiribû. Piştî çalakiya li ser van keştiyan rageşî zêde bûbû. Washîngtonê piştî vê çalakiyê bi gelek welatan re lêpirsînê dike.

Emerîka û hevalbendên wê yên li Kendavê ji êrîşê Îranê sûcdar dikin, hê kesî êrîşa li ser keştiyan neaniya ser xwe. Lê milîsên Hûsî yên Şiî yên Yemenê van heftiyên dawî gelek caran bi droneyan êrîş biribûn ser tesîsên Siûdî.