Li gorî anketan CDU-CSU li pêş e

Li Elmanyayê wê di 24'ê Îlonê de hilbijartinên giştî werin kirin. Li gorî anketên dawî, bloka Demokratên Xiristiyan a Serokwezîr Angela Merkel li pêş e.

Li gorî anketa ji aliyê enstîtuya Forsa ve hate kirin, bloka CDU-CSU, di rewşa heyî de wê 38 ji sedî yê dengan bi dest bixe. Li gorî anketa 7'ê Hezîranê ya heman enstîtuyê, bloka navborî bi pûanekê kêm kiriye.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a bi pêşengiya Serokê berê yê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz hê di rêjeya 24 ji sedî de ye. Di navbera her du eniyan de 14 pûan heye.

Di anketeke 19'ê Nîsanê de, pûanê navbera sosyal demokratan û demokratên xiristiyan, şeş bû.

Li gorî encamên anketeke din, lîberalan pûanek zêde kir û gihîşt 9 ji sedî.

Dîe Lînke a li çepa radîkal 8 ji sedî, partiya keskan Grunen û partiya rastgir a Alternatîf ji bo Elmanyayê jî 7 ji sedî yê dengan digirin.