Li gorî ÛAEK’ê Îran li gorî peymana nukleerî tev digere

Li gorî rapora 3 mehan a Saziya Enerjî û Atomê ya Navneteweyî (ÛAEK) parvekirî, ragihand ku rejîma Îranê hê li gorî peymana nukleerî ya sala 2015’an a li Viyanayê îmzekirî tev digere.

Rapora ÛAEK’ê piştî guşarên DYA’yê ya li dijî Îranê hate destpêkirin û şûnde hate parvekirin.

Rapora 3 mehî roja Yekşemê hate eşkerekirin. ÛAEK a girêdayî NY’yê , destnîşan kir ku Îran di warê berhevkirina zêde ya ûranyûmê de tevger nake,  berhevkirina derveyî destûran pêk anîne.

DYA’yê ji beriya vê raporê ango 5’ê Mijdarê guşarên ku taybet sektora petrolê dike hedef ya Îranê dabû destpêkirin. Serok Dewletê  DYA’yê Donald Trûmp di meha Gulanê de bi awayê yek alî xwe ji peymana nukleerî vekişandibû.

Rêveberiya Washîngtonê da xuyakirin ku wê Çîn, Hindistan, Tirkiye, Jeponya, Başûrê Kore, Îtalya, Yewnanistan û Tayvan ji Îranê domandan kirîna petrolê bike.

Rêveberiya Washîngtonê zextên xwe yên li dijî Îranê gihandiye asta herî jor, bernameya fuzeyên balîstîk û mudaxeleya rêveberiya Tehranê ya Rojhilata Navîn kire hincet.

Li gel guşarên DYA’yê Fransa, Îngiltere, Rûsya, Çîn û Elmanya yên di heman peymanê de cih digirin, ketine nava hewldana astengkirina Îranê ya ji derketina peymanê.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de anîbû ziman ku guşarên DYA’yê ‘derveyî hiqûqê û bê exlaqî ne’,  diyar kir ku wê hewldanên van guşaran sist bikin.