Li gorî Îsraîlê ji sedî 60 şervanên Hamasê hatine kuştin an jî birîndar bûne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant îdia kir ku di şerê Xezeyê de ji sedî 60 şervanên Hamasê yan hatine kuştin yan jî birîndar bûne û wê weke serkeftinê bi nav kir.

ŞERÊ XEZEYÊ

Şerê li Xezeyê ku di 7’ê Cotmehê de destpê kiribû, 7’ê Tîrmehê ket meha xwe ya dehemîn.

Yoav Gallant di daxuyaniya xwe ya li parlementoya Îsraîlê de got ku wan gelek serkeftin bi dest xistine.

Artêşa Îsraîlê di rewşa niha de li gelek herêmên cuda ên li Xezeyê operasyonan dike û di rojên dawî de êrîşên xwe yên li ser bajarê Xezeyê zêdetir kir.

Yoav Gallant got, “Me sedî 60’ê terorîstên Hamasê bêbandor an jî birîndar kir.”

Wezîrê Parastinê îdia kir ku hêzên Îsraîlê piraniya tabûrên Hamasê hilweşandine û leşkerên wan 9 meh in bi fedakarî û serketinê şer kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê jî diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê ve 38 hezar û 295 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 52 kes mirine û hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî li Xezeyê 88 hezar û 241 kes birîndar bûne. Hamas di daxuyaniyên xwe de şervan û sivîlan cihê nake. Ji ber vê yekê windahiyên Hamasê nayê zanîn. Lê sivîl felaketeke mezin dijîn