Li gorî Îranê fuzeya ku Rûsya şand fezayê wê ‘sîxurî’yê neke

Serekê Saziya Fezayê ya Îranê Hasan Salarîeh da zanîn ku peyka Îranê ya ku Rûsyayê şandiye fezayê ne ji bo sîxuriyê ye.

Peyka Îranê “Xeyam” roja Sêşemiyê bi fuzeya Soyoûz-2.1B ya Rûsan, ji baregeha Kazakistanê ya di bin kontrola Rûsan de hat avêtin.

DYE’yê, got ku divê mirov vê hevkariya di navbera Îran û Rûsyayê de zêde dibe wek gefek a cidî bibîne.

Berdevkek Wezareta Karên Derve ya DYE’yê got: “Haya me jê heye ku Rûsya li ser navê Îranê peykek a xwedî behremendiya sîxuriyê avêtiye.”

Serokê Saziya Fezayê ya Îranê Hesen Salarîeh di daxuyaniya ku da çapemeniyê de ev bertek nîşan dan: “Carinan ji bo bilindkirina tansiyonê hin şîrove tên kirin. Gotina “Em bi peyka Xeyam dixwazin operasyonên sîxuriyê bikin bi rastî jî tiştekî zarokane ye.”

Erkdarê Îranî got: “Xeyam, di warê birêvebirina krîza bajarî, çavkaniyên xwezayî, madenvanî, çandinî û wd. de ji bo pêşwazî kirina pêdiviyên welêt hatiye sêwirandin û çêkirin.”

Peyka Îranê, di demek a ku niqaşa Rûsya ji bo şopandina hedefên leşkerî yên li Ûkraynayê dikare bi kar bîne hat avêtin.

Rojnameya Washîngton Postê, hefteya çûyî di nûçeya xwe disipart erkdarê îstixbaratê yê Rojavayî ku navên xwe nadin, îdia kir ku ew pêşbîniyê dikin ku beriya dayîna Îranê ya peyka heyî wê Rûsya bi mehekê ya jî bi çend mehan bi kar bîne.

Ajansa Fezayê ya Îranê jî di daxuyaniya ku roja Yekşemiyê da de got ku Tehran wê ji roja pêşîn ve kontrola peykê di destê wan de be. Li gor ajansa Fezayê, ev peyk, wê ji bo şopandina sînoran, zêdekirina xêr û bereketa çandiniyê û şopandina karesatên xwezayî û çavkaniyên avê bê bikaranîn.

Peyka ku navê xwe ji zanyarê sedsala 11’emîn ê Îranê Omer Xeyam digire, ne peyka yekemîn a Îranê ye ku dikeve rêgeha Rûsyayê. Sala 2005’an jî peykek a Îranê hat virvirandin, rayedarên Tehranê gotibûn peyk, bi tenê ji bo sivîlan û parastinê ye.