Li girtîgehên Elmanyayê xwekuştin du qat zêde bûn
Ji sala 2019'an vir ve li girtîgehên Elmanyayê bûyerên xwekuştinê du qat zêde bûne.
Ji sala 2019'an vir ve li girtîgehên Elmanyayê bûyerên xwekuştinê du qat zêde bûne.
Di sala 2019’an de li girtîgehên Elmanyayê 42 bûyerên xwekuştinê çêbûn, di sala 2021’an de ev hejmar du qat zêde bû û derket 92’an.
Li gorî Endama Meclîsa Federal a Partiya Çepgir Clara Bûnger a ku pirsname pêşkêşî Meclîsê kir, di navbera salên 1998-2017'an de li girtîgehên Elmanyayê zêdeyî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Hema bêje nîvê van mirinan ji ber xwekuştinê çêbûne. Di sala 2017’an de hejmara xwekuştinên li girtîgehan gihişt 82’an û ev ji sala 2005’an vir ve asta herî bilind e. Piştî wê hejmar daket. Lê di sala 2022’an de dîsa hejmar bû 92.
Di sala 2022’an de Ajansa Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê diyar kiribû ku di pergala girtîgehên Elmanyayê de pirsgirêkên psîkolojîk ên girtiyan zêde dibin û têra xwe tedawî nayê kirin.
Clara Bünger wiha got: "Girtiyên ku ji ber depresyonê giliyan dikin û tedawiya tibî dixwazin, rastî zextên wekî cezayê hucreyê tên.”
Li Elmanyayê li 172 girtîgehan nêzikî 57 hezar girtî hene.