Li girtîgehên Brezîlyayê di du rojan de 55 kes mirin

Li girtîgehên bakurê Brezîlyayê di du rojên dawîn de piraniya wan bi awayê ku werin xeniqandin, 55 girtî mirin.

Li Brezîlyayê ku li girtîgehên wê gelek çete hene, di rojên Yekşem û Duşemê de şîddetên mezin hatin kirin.

Li girtîgeheke li bakurê welat di roja Yekşemê de di şerekî de 15 kes mirin. Roja Duşemê li eyaleta Amazonasê jî di çar girtîgehan de herî kêm 40 cenaze hatin derxistin. Rayedaran diyar kirin ku bi mudaxeleya hêzên ewlehiyê, pêşiya bîlançoya giran hatiye girtin.

Li ser navê Sekreteriya Ewlekariya Raya Giştî ya Amazonasê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku li ser cenazeyê kesên roja Duşemê hatine derxistin ‘nîşaneyên xeniqandinê’ hene. Li gorî texmînan dest xistine qirika van kesan.

Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku bi mudaxeleya wan re, wan pêşiya kuştina 200 kesan girtine.

Li girtîgeha ku 15 kes lê mirine, di Çileya 2017’an de jî îsyanek hatibû destpêkirin. Di 20 saetan de 56 kes miribûn.

Li gorî hejmartina sala 2016’an 727 hezar girtî hene lê kapasîteya girtîgehan 368 hezar e. Brezîlya ya ku nifûsa wê 210 milyon e, yek ji welatên sereke ye ku şîddeteke mezin lê tê kirin.