Li girtîgeheke Ekvadorê 68 kes hatin kuştin

Li girtîgeha Guayaquilê ya li başûr rojavayên Ekvadorê komkujî çêbû. Di bûyeran de yên li du blokan qewimîn herî kêm 68 girtî bi rengekî 'hovane' hatin kuştin.

Hate ragihandin ku girtî bi kêr, çek û teqemeniyan bi kev ketin. Li gorî agahiyan, di vî şerî de ku roja Înê qewimî gelek girtî hatin parçekirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, di şer de yê li herdu blokan derdora 68 girtî hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn.

Şefa polîsan Tannya Varela got, ev bûyera tundiyê "Encama nakokiya serweriyê ya çeteyên li girtîgehê" qewimî.

Serokkomar Guillermo Lasso ji malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest.

28'ê Îlonê li girtîgeha Guayas 1'ê bi heman rengî 119 girtî hatibûn qetilkirin. Ev komkujî weke komkujiya herî mezin a dîroka girtîgehê ya Ekvadorê hatibû pênasekirin. Di komkujiyê de cenazeyên hin girtiyan hatibûn parçekirin, hinek jî hatibûn şewitandin.

Piştî komkujiyê Serokkomar Lasso li 65 girtîgehan rewşa awarte ragihandibû. Li van girtîgehan ku kapasîteya wan 30 hezar kes e, derdora 39 hezar kes têne girtin. Her cûre çek, madeyên narkotîkê û telefon digihêjin girtîgehê. Bi taybetî di navbera kartelên Meksîkayî Sinaloa û Jalisco Nueva Generacion de şerekî giran diqewime.

Ekvador di navbera Kolombiya û Perûyê de ye ku weke qada derbaskirina narkotî ber bi DYE û Ewropayê tê bikaranîn. Li vî welatî sûcên ji ber trafîka narkotîkê zêde bûne.