Li girtîgeha Venezûelayê raperîn: Herî kêm 11 kes mirin

Hate ragihandin ku roja Çarşemê li girtîgeheke Venezûelayê raperîn çêbûye û heta niha herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Diyar bû di girtîgeheke ya paytxeta Venezûelayê Caracasê ku tê îdîakirin muxalîfên li dijî Nîcolas Madûro jî beşdar bûne serhildan çêbûye û 28 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên rêxistineke civaka sivîl dayî AFP'ê ku ji bo mafên girtiyan têdikoşe, raperîn bi awayê ‘aştiyane’ bû. Di raperînê de nehate zanîn ku 11 kesên mirî hemû girtîne yan ne.

Li aliyê din li avahiya girêdayî îstixbareta Venezûelayê muxalifên Madûrê yên hatine destgîrkirin banga berdana hemû girtiyên siyasî kir.

Li Venezûelayê di 28’ê Adarê de şewata herî mezin a girtîgehê derketibû û herî kêm 68 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.