Li Girava Baliyê nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin
Ji ber volkana Agûngê ya li Girava Baliyê ya li Endonezyayê nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin
Ji ber volkana Agûngê ya li Girava Baliyê ya li Endonezyayê nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin
Girav hê jî diheje û volkana Agûngê xweliya spî dipijiqîne. Rayedaran diyar kirin, dibe ku piştî demeke kurt volkan biteqe.
Kesên hatine veguhestin li eywanên werzîşê, kon û avahiyên dewletê hatin bicihkirin.
Rayedar hewl didin ku 30 hezar heywanan jî rizgar bikin.
Volkana Agûngê herî dawî di sala 1963’an de teqiyabû û bûbû sedema hezar kesî. Ji wê rojê heta roja me ji ber ku tûrîzm zêde bûye, nifûs jî zêde bûye.
Li Endonezyayê 130 volkanên çalak hene.