Li Gazzeyê bi navbeynkariya Misrê agirbest hate ragihandin

Li Şerîda Gazzeyê bi navbeynkariya Misrê di navbera Îsraîlê û Îslamî Cîhad de agirbest hate ragihandin. Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 30 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Agirbest li gorî dema herêmê saet di 05:30'î de kete meriyetê. Rayedarekî payebilind ê Misrê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku agirbest di encama hewldanên Misrê de hatiye ragihandin û komên Filistînî ku Îslamî Cîhad jî di nav de ye agirbest pejirandine.

Li gorî rayedar, di çarçoveya agirbestê de divê komên Filistînî Gazzeyê aram bikin û bikin ku çalakiyên şermezarkirinê bi rengekî 'aştiyane' pêk werin. Divê Îsraîl jî 'dawî li dijminatiyê bîne' û di çalakiyên Filistiniyan de 'li gorî agirbestê tevbigere'.

Çavkaniyekî ji Îslamî Cîhad ji AFP'ê re axivî û peyman piştrast kir. Çavkaniyekî leşkerî yê Îsraîlî jî diyar kir ku dema êrişên bi roketan bi dawî bûn wê dawî li operasyona xwe ya li Gazzeyê bînin.