Li Fransayê xwepêşandanên girseyî hatin qedexekirin
Li Fransayê, ji ber şewba vîrûsa Korona Covîd-19, xwepêşandanên ku hejmara beşdaran hezar kesî derbas dike hatin qedexekirin.
Li Fransayê, ji ber şewba vîrûsa Korona Covîd-19, xwepêşandanên ku hejmara beşdaran hezar kesî derbas dike hatin qedexekirin.
Piştî civîna Konseya Ewlekariyê ku li Qesra Elysee hate lidarxistin, Wezîrê Tenduristiyê Olîvîer Vêran daxuyaniyek da û got, "Di asta neteweyî de xwepêşandanên ku zêdeyî hezar kes tevlî dibin ji niha û pê ve qedexe ne."
Heta niha xwepêşandanên bi beşdariya zêdeyî 5 hezar kesî qedexe bûn. Ji ber vê yekê jî gelek çalakî hatibûn betalkirin. Yek ji wan jî fûara pirtûkan a navbera 20-23'ê Adarê bû.
Li gorî biryarnameya ku roja Şemiyê hate îmzekirin qedexeya ku heta 31'ê Adarê bû heta 15'ê dema wê hate dirêjkirin.
Tê payin ku biryar li mala Lîga Şampiyonan a PSG-Dortmûndê û tûrnûvaya Sîx Natîons bike.
Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li dehan welatî belav bû, li Fransayê 1209 kes pê ketin û 19 kes mirin. Her wiha gelek dibistan hatin girtin ku bandor li 300 hezar zarokî kirin.