Li Fransayê xeleka ewlekariyê ya nukleerê hate dorfirehkirin

Li Fransayê di çarçoveya biryareke ku sala 2016'an de hate wergirtin, qada li derdora santralên nukleerê ku di rewşeke lezgîn de wê tedbîr lê bê wergirtin bi 20 kîlometreyan hate berfirehkirin.

Bi biryara Wezîra Hawirdor û Ekolojiyê ya wê demê Segolene Royal xeleka ewlekariyê ya li dora santralên nukleerê ji 10 kîlometreyan derbasî 20 kîlometreyan hatibû kirin.

Tedbîrên ji bo 2,2 milyon mirovên li derdora santralên nukleerê yên Fransayê ne, ji doh ve ketin meriyetê. Li gorî nûçeya rojnameya Les Echosê, di çarçoveya tedbîrên Planên Destwerdana Taybet (PPI) de bi rengekî fermî name ji hezaran navçe, gund û bajaran re hatin şandin ku dema teqîneke nukleerê pêk were divê çi bikin.

Di nameyan de ji her kesên bi 20 kîlometreyan dûrî santralên nukleerê ne tê xwestin, dema ku teqînek pêk hat yekser li dermanfiroş, doktor an jî şaredariyên li herêmê kapsulên iyotê werbigirin û hişyariyên rewşa lezgîn werbigirin.

Piştî ku di sala 2011'an de li bajarê Fûkûşîma yê Japonyayê karesata nukleerê pêk hat, li Fransayê ewlekariya santralên nukleerê ketibû rojevê. Li Elmanyayê santralên nukleerê hemû wê piştî sala 2022'an bên girtin, lê belê li Fransayê wê hîn kar bikin. Bi wergirtina hin tedbîran dixwazin nerazîbûna raya giştî ya der barê mijarê kêm bikin.

Di enerjiya nukleerê de Fransa piştî Emerîkayê duyemîn hêza herî mezin e. Di teknolojiya nukleerê de jî di rêza destpêkê de ye. Li Fransayê 58 reaktor û 19 santralên nukleerê hene. Li derdora wan jî 2,2 milyon mirov hene.