Li Fransayê wê xwendekar nekarin bi eba û qemîs biçin dibistanê
Li Fransayê li gor biryara ku Wezareta Perwerdehiyê da wê xwendekar ji roja Duşemiyê û pê ve nekarin bi eba û qemîs ku wek cil û bergên olî tên qebûlkirin, biçin dibistanê.
Li Fransayê li gor biryara ku Wezareta Perwerdehiyê da wê xwendekar ji roja Duşemiyê û pê ve nekarin bi eba û qemîs ku wek cil û bergên olî tên qebûlkirin, biçin dibistanê.
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Gabrîel Attal di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê xwendekar ji roja Duşemiyê û pê de nekarin bi eba û qemîs bikevin dersan.
Attal her wiha destnîşan kir ku rêveberiyên dibistanan divê behsa wateya qedexeyê ji xwendekaran re bikin.
Attal, roja Yekşemiyê ragihand ku cilên gelêrî yên dirêj ku hin xwendekarên misliman li xwe dikin hatine qedexekirin.
Attal daxuyaniyeke din da radyoya France Interê û da zanîn ku li gor rêzikên nû lixwekirina qemîsên xwendekarên kurîn li xwe dikin jî qedexe ye.
Qemîs li welatên misliman, mêr bi piranî gava ji bo nimêjkirinê diçin mizgeftê li xwe dikin.
Attal bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Li pişt eba û qemîsan keç û xort û malbat hene. Divê diyalog bi wan re bê danîn, pedagojî bê kirin.’’
Bi taybetî France Insoumise ku partiyeke çepgir e ku bertek nîşan da ku çima ev biryar hatiye dayîn, biryara qedexekirinê bir şuraya dewletê.