Li Fransayê vê carê karmend dikevin grevê

Piştî grevên karkerên li rêyên hesinî û hewayî yên Fransayê ku hefteyê çend rojan dikin, îro jî karmend dikevin grevê.

5,7 milyon karkerên cemaweriyê yên li Fransayê, li dijî 'reformên' Serokkomar Emmanuel Macron û hikumeta wî ku wê mafên wan kêmtir bikin, îro di grevê de ne.

Greva karmendan bi banga gelek sendîkayan pêk tê û beşek ji karmendên li şîrketên rêyên hesinî û hewayî jî wê tevlî grevê bibin. Grev bi banga sendîkayên CGT, Unsa, CFDT û SUD-Rail îro danê êvarê pêk tê. Karkerên şîrketa rêyên hesinî SNCF jî wê di nava rojê de bi karmendan re dakevin qadan.

Bi greva karmendên rêyên hewayî re pêşniyar hate kirin ku yek ji pênc seferên balafirên sivîl ên li Orly, Lyon û Marsîlyayê werin kêmkirin.

Tê payin ku greva karmendên cemaweriyê bibe sedem ku li sektorên tenduristî, rêyên bejahî û xizmeta civakî jî rê li ber kêmasiyan veke. Karkerên tenduristiyê jî îro dikevin grevê.