Li Fransayê radyo û televîzyonan dest bi grevê kirin

Li Fransayê hikumet dixwaze heqê lîsansa dîtbarî û bihîstinbariyê rake. Li hemberî vê plana hikumetê radyo û televîzyonan dest bi grevê kirin.

Hikumet dixwaze di payîzê de heqê lîsansa dîtbarî û bihîstibariyê rake. Projeya rakirina baca ku ji guhdar û temaşevanan tê stendin, ji aliyê xebatkarên medyayê ve wekî gefeke li hemberî weşangeriya serbixwe tê dîtin.

Radyoyên France Înfo, France Inter, France Cûltûre û kanalên televîzyonê yên France 2, France 24 û Franceînfo li hemberî plana hikumetê vê Sêşemê dest bi grevê kirin.

Sendîkayên CGT-CFDT-FO-SNJ-SUD-UNSA-CGC-CFTC,  Saziya Radyo û Televîzyonê ya Fransayê, France Medîas Monde (France 24, RFI û MCD), Arte û Inayê jî banga grevê li xebatkarên xwe kiribû.

Li gorî sendîkavan û grevvanan heke heqê lîsansê were rakirin wê ev tişt tevî fînansmanî û weşangeriya serbixwe, gefê li weşangeriya raya giştî jî bike.

Di vê rewşa heyî de li metrepolan ji temaşekirina televîzyonan 138, li herêmên behrê 88 eûro bac tê stendin. Ev jî li metrepolan rojê dike 38 sent û li herêmên behrî jî dike 24 sent. 23 milyon kesên ku televîzyona wan hene, her sal vê mîktarê didin. Ev jî dike 3,2 milyar eûro. Li gorî anketekê bi tenê ji sedî 16’ê Fransiyan dixwazin ev bac were parastin.

Ev bac li Evûstûryayê 300 eûro, li Elmanyayê 210 eûro û li Îngîlîzistanê jî 173 eûro ye.