Li Fransayê piştî ku polîsan zarokek kuştin çalakiyên protestoyê dest pê kir
Li Fransayê roja Sêşemê bi hinceta ku nesekiniye, polîsan zarokekî 17 salî kuştibûn. Ji ber vê qetilkirinê çalakiyên protestoyê dest pê kir.
Li Fransayê roja Sêşemê bi hinceta ku nesekiniye, polîsan zarokekî 17 salî kuştibûn. Ji ber vê qetilkirinê çalakiyên protestoyê dest pê kir.
Ajovanê ciwan Nael M. li Nanterreya Parîsê bi hinceta ku nesekiniye ji aliyê polîsan hatibû kuştin.
Di dîmenên ku derketin holê de tê dîtin du polîs dema wesayîtê didin sekinandin çek li zarok kişandine. Piştî ku wesayît bi rê dikeve jî polîs guleyan bera zarok didin û wesayît li derekê dikeve û disekine.
Parêzerê malbata Nael Abdelmajîd Benamara ji BFMTVyê re axivî û diyar kir polîsan bi qestî li zarok dane.
Serokê France Insoûmîse Jean-Lec Melenchon jî diyar kir ev cînayet di bin otorîteya dewletê de ye û got “Divê kujer werin darizandin.”
Bi şev jî li Fransayê 31 kes hatin destgîrkirin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî jî 24 polîs bi sivikahî birîndar bûn. Di dema protestoyan de gelek wesayît û avadanî hatin şewitandin.
Malbata Nael jî bang kir ku bila roja Pêncşemê li Nanterreyê meşek were lidarxistin.