Li Fransayê namzetê rastgir têk diçe
Li Fransayê, namzetê rastgir ê Serokkomariyê Françoîs Fîllon, piştî ku karên wî yên ne li rê derketin holê, piştgiriya hilbijêran winda kir.
Li Fransayê, namzetê rastgir ê Serokkomariyê Françoîs Fîllon, piştî ku karên wî yên ne li rê derketin holê, piştgiriya hilbijêran winda kir.
Li gorî anketa ku roja Yekşemê ji aliyê Kantar Sofres-OnePoînt ve hat kirin, Fîllon di nava hefteyekê de bi 3 pûanan kêm kir.
Li gorî anketê, Fîllon wê di tûra destpêkê ya hefteya dawî ya meha Nîsanê de bi rêjeya ji sedî 17 ê dengan, têk biçe.
Her wiha midûrê kampanya hilbijartinê ya Fîllon û girebirên partiya komarger jî dest ji Fîllon berdan. Tevî vê yekê jî dibêje, ew bi biryar e di namzetiyê de.
Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon tê sûcdarkirin ku bi neheqî qezenc ji bo hevser û zarokên xwe bi dest xistiye. Medya Fransayê ev karên ne li rê bi belgeyan eşkere kir. Li ser vê yekê lêpirsîn hat destpêkirin.
Di anketê de tê dîtin, ku namzeta rastgir Marîne Le Pen hê jî li pêş e. Tevî ku pûanek kêm kir jî li gorî anketê rêjeya Le Pen ji sedî 26 e. Rêjeya Wezîrê berê yê Aboriyê Emmanûel Macron jî ji sedî 25 e.
Le Pen, bi îdîaya ku şêwirmend û parêzvanê xwe weke ku li Parlamenta Ewropayê ne nîşan dane û bi vî rengî kiriye ku mûçe ji wan re bê dayîn, ketibû ber lêpirsînê.
Namzetê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê Benoît Hamon jî 2 pûanên xwe zêde kir û gihîşt ji sedî 16'an. Namzetê eniya çep a radîkal Jean Lûc Melênchon jî 2 pûan zêde kir û dengê xwe gihand ji sedî 12'an. Eger di navbera Hamon û Melênchon de tifaqek neyê kirin, her du jî wê di tûra yekemîn de têk biçin.