Li Fransayê karkerên riyên hesinî wê dest bi greva giştî bikin

Karkerên saziya riyên hesinî ya Fransayê (SNCF) ji bo heqdestê wê di asta neteweyî de dest bi grevê bike.

Sendîkayên CGT-Chemînots, SÛD-Raîl û CFDT daxuyaniyek hevpar dan û ragihandin ku ji bo zêdebûna heqdestê wê 6’ê Tîrmehê dest bi grevê bikin.

Di daxuyaniyê de ev fikar hat ziman; “Ligel şerê li Ûkraynayê, rewşa jeostratejîk û ya piştî pandemiyê dibe sedemê zêdebûna buhayê kelûpelan a ku di 40 salên dawî de mînakê wê nehatiye dîtin.”

Sendîkayan destnîşan kirin ku karkerên rêya hesinî ji vê yekê gelek bandor bûne û di heqdestiyê de bi paşveçûyînek “Zelal û xurt” re rû bi rû dimînin û bi bîr xistin ku wan daxwaza şêwirmendiya “lezgîn” ya 16’ê Hezîranê bi Serokê SNCF’ê re xwestine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêveberiyê rêxistinên sendîkal qebûl nekir û berê nîqaşan da civînên du alî yên heyî.”

Karkerên rêya hesinî ji xeynî girtina tedbîrên ji bo hevsengkirina enflasyona mûçeyên, daxwaz dikin ku bi giştî zêdebûna heqdest û prîman bê nirxandin. Her wiha sendîka daxwaz dike ku hemû heqdest, xelat û tazmînat ji nû ve bên nirxandin.

Sendîkaya “Ûnsa-ferrovîaîre” hîna tevlî banga grevê nebûye. Sendîka wê biryara xwe 28’ê Hezîranê bide. Banga destpêkirina grevê, hemû xebatkarên SNCF’ê eleqeder dike.