Li Fransayê jin û mêrên heval zêdetir hev kuştine

Li gorî daneyên Wezareta Karê Navxweyî yên Fransayê par bi fermî bi kêmanî 123 jin ji hêla partner an jî hevalê wan ên mêr ve hatine kuştin.

Heman demê 34 mêr jî ji hêla hevalên wan ên jin ve hatine kuştin, piraniya jinên ku kuştin kirine ji hevalên xwe tundî dîtine.

Li gorî daneyên wezaretê 2015’an 122 jin ji hêla hevalên wan ve hatine kuştin, 22 mêr jî ji hêla hevalên wan ên jin ve hatine kuştin.

2016’an 109 jin ji hêla heval an jî hevserê wan ê berê ve hatine kuştin, 14 jin jî ji hêla hevalê wan ve ku ji hêla fermî ve ti têkiliya wan nebûye, hatine kuştin. Her wiha 28 mêr jî ji hêla hevalên wan ên berê yan jî dema niha ve hatine kuştin.

Li gorî heman daneyan ji 28 jinên ku hevalên xwe kuştine 17 ji wan ji hêla hevalên xwe ve tundî dîtine.

Di tundiya navmalê de 25 zarok mirine, 2015’an 36 zarok di pevçûna navmalî de mirine.

Li gorî daneyên wezaretê 59 kesên ku hevalên xwe kuştine, piştre xwe jî kuştine. Li gorî daneyan bi kuştina navmalî û xwekuştinan bi tevahî 252 kes mirine, 2015’an 261 kes bi vî rengî jiyana xwe ji dest dane.