Di çarçoveya lêpirsîna Dozgariya Antî-Terorê ya Parîsê de, 4 zarokên 14-17 salî roja Sêşemê hatibûn binçavkirin. Derketibû holê ku pêwendiya van zarokan bi çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Rachîd Kassim re heye.
Yek ji van 4 kesan, piştî dayîna îfadeyê hat berdan. Dadgeriyê biryar da, ji bo cezakirin 3 zarokên mayî doz were vekirin. Hat ragihandin, ev kesên navborî bi sûcdariya 'avakirina rêxistina terorîst' di 'çavdêriya edlî' de ne.
Derket holê, ev gumanbarên zarok bi rêya bernameyeke peyamşandinê, peyam şandine û banga komkujiyê ya Rachîd Kassim parve kirine.
Lê hê nayê zanîn, bê gumanbarên zarok ên hatine girtin, ji bo êrîşekê ferman girtine yan na.