Li Fransayê ji bo 14 Tîrmehê 110 hezar polîs û leşker hatin erkdarkirin

Li Fransayê ji bo cejna netewî 14’ê Tîrmehê û lîstika fînalê ya Kûpaya Cîhanê wê 110 hezar polîs û leşker were wezîfedarkirin.

Wezîrê Karê Hundir Gerard Colllomb got ‘gefa terorîstî hê jî di asta herî jor de ye’ û ji bo ku gelê Fransayê cejna xwe di nava aramiyê de derbas bikin hemû pêdiviyên xwe xistine tevgerê.

Collomb got ev ji bo ‘rewşa îstîsnayî’ tedbîreke.

Li Fransayê wê roja Şemiyê 14’ê Tîrmehê cejna netewî were pîrozkirin, roja Yekşemê jî wê Fransa û Hirvatîstan ji bo maça fînalê ya Kûpaya Cîhanê werin pêşberî hev û ev jî sedeme din a girîng e.

Wezaretê diyar kir ku li tevayî welat roja Yekemê 230 ‘herêma fan’ diyar kirin e. Li Parîsê wê li Champ-de-Mars ê ekranên mezin werin lidarxistin û 90 hezar kes temaşeyî maça fînalê bikin.

Roja Sêşema borî jî piştî ku Fransa pêşberî Belçîkayê serket bi hezaran kes daketin qadan û ev serkeftin pîroz kirîbûn.