Li Fransayê 'doza sedsalê ya avûhewayê'

Li Fransayê biryara ku wê ji ''Doza Sedsalê'' derkeve, ku ji bo hikûmet qewlên xwe yên li ser avûhewayê bi cih bîne hatiye vekirin, dibe ku zorê li rêveberiya welêt bike ku li ser mijara avûhewayê gavên biryardartir bavêje.

Di danişîna dozê de ku gelek rêxistinên hawîrdorparêz li dijî dewletê vekiribûn, polîtîkayên hikûmetê ''şaş'' dît.

Doza ku li Dadgeha Îdarî ya Parîsê vebûyî, Adara 2019'an bi serlêdana rêxistinên hawîrdorparêz ên weke Notre Affaire à tous, Greenpeace France, Fondation Nicolas Hulot ve Oxfam France dest pê kiribû. Rêxistinên gilîkar dixwazin dadgeh biryarê li ser wê bide da ku hikûmeta li gorî peymana NY'yê biçe ku li 2015'an li Parîsê hatibû qebûlkirin û ziyanên ji ber sedema ekolojiyê ya li welêt qebûl bike.

Di danişîna dozê de duh mutealaya dozger hate xwnedin, li ser wê hedefê hate sekinandin ku berdana CO2'yê heta sala 2030'î ji asta 1990'î bikişîne 40 ji 100'î, ku ev beriya niha bi yasaya hatibû diyarkirin. Dozger li ser biryarnameya hikûmetê ku vê hedefa ku Nîsana 2020'an weşandî 'taloq' kirî, got, 'şaşîtî ye'', ji dadgehê xwest ku ''kêmasiya şaş'' a hikûmetê nas bike.

Lê dozger got ev kêmasî ji bo armancên avûhewayê ku beriya niha hatibûne diyarkirin wê ne derbasdar be.

Di mutealaya dozger de her çendî ziyanên ji ber guherînên ekolojiyê hatibe qebûlkirin jî, tenê ji bo sê saziyên gilîkar bi rengekî sembolîk xwest ku her yekê 1 Euro tazmînatê bidin wan.

Parêzerên çar saziyên hawîrdorparêz bal kişandin ser biryara Dadgeha Bilind a Mijdara 2020'an ku bi serêlana komuna Granda-Synthe soz vebûbû û dadgehê biryar li ser dabû herî hikûmet divê herî dereng di nav 3 mehan de daxuyaniyeke têrkar bide li ser pêkhatina hedefên 2030'î yên avûhewayê. Jixwe dozger jî bal kişande ser şaşîtiya biryarnameya hikûmetê ya Nîsana 2020'an ku ji vê hedefê dûr dikeve.

Biryara di vê doza peşî de ya li Dadgeha Îdarî ya Parîsê ku weke ''Doza Sedsalê'' tê binavkirin û têkilî avûhewayê ye li Fransayê, pir girîng e. Lê weke di komuna Grande-Synthe de ku beriya niha li ser eynî mijaran serî li Dadgeha Bilind dabû, dibe ku dîsa dadgeh biryarê bi hêviya organên daraza îdarî ya rajor ve bihêle.

Li Fransayê ev doz 2018'an piştî kampanyaya daxwaznameyan, ku gelek saziyên hawîrdorparêz kete rojevê. Wê demê 2,3 milyon kesî îmze dabû, hatibû xwestin hewcehiyên Peymana Hawîrdorparêz ya Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî avûhewayê ku Emmanuel Macron û hikûmetê îmze kiribûn, were bicihanîn.

Li gel vê kampanyayê jî ku diyate gotin ji bo bicihanîna hedefên avûhewayê gavên hewce nehatine avêtin, hikûmet bêdeng ma.