Li Fransayê di şevekê de 500 avahî û 2 hezar wesayît hatin şewitandin

Li Fransayê roja Sêşemê piştî ku polîs zarokekê 17 salî kuşt, serhildan çêbû; heta niha qet nebe 492 avahî û 2 hezar wesayît hatine şewitandin.

Roja Sêşemê li Fransayê bi hinceta ku rêzikên trafîkê gelek caran binpê kirine, polîs zarokekê 17 salî yê Cezayîrî kuşt. Piştî belavbûna dîmenên kuştina zarok li ser torên medyaya dîjîtal, xwepêşandanên protestoyî dest pê bûn. Polîsê zarok kuşt, hat destgîrkirin.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ya Fransayê, roja Pêncşemê bi şev li seranserê Fransayê 408 jê li Parîsê bi tevahî 875 hatine destgîrkirin.

Heman şevê li agir 492 avahiyan hatiye xistin, 2 hezar wesayît hatine şewitandin û li ser rêyên giştî 3 hezar û 882 caran agir hatiye vêxistin.

Şaredarî, qereqolên polîsan, pirtûkxane, dibistan û dikan jî hatine şewitandin. Her wiha gelek otobêsên veguhastina giştî jî hatine şewitandin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li malbatan kir ku bi berpirsyarî tev bigerin. Ji sisêyan yekê hatine destgîrkirin, ciwan in.

Macron, torên medyaya dîjîtal jî ji xwe re kirin armanc û got ku ew ê nasnameya yên daxwaza derxistina aloziyê bikin keşf bikin û heta bi çend saetan gelek tidarekan bikin.

Walîtiya Marsîlyayê, hemû çalakî qedexe kirin.