Li Fransayê bîlançoya şeva şeşan: Zêdeyî 5 hezar wesayit, hezar avahî hatin şewitandin

Li Fransayê, bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve dest pê kirin, di şeva şeşan de dewam kir. 157 kesên din hatin destgîrkirin.

Di şeva şeşan de li tevahiya welêt 45 hezar jenderme û polîs hatin wezîfedarkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir di nava şevê de 157 kes hatin destgîrkirin. Li ser rêya cemaweriyê 352 caran agir hate dadan, 297 wesayit û 34 avahî hatin şewitandin.

Li banliyoya Creteîlê ya Parîsê, bi fîşekên hewayî êrîş li ser avahiya dadgehê hate kirin.

Bi hinceta êrîşên li ser dibistanan roja Duşemê li gelek bajaran dibistan wê girtî bimînin. Li gorî pênc şevên beriya niha di şeva şeşemîn de bûyerên gelekî mezin neqewimîn.

Bi hinceta binpêkirina pîvanên trafîkê di 27'ê Hezîranê de ciwanekî Cezayîrî Nahel M. ê 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin û piştre bûyeran destpê kirin.

ZÊDEYÎ 5 HEZAR WESAYIT, HEZAR AVAHÎ HATIN ŞEWITANDIN

Di şeva şeşemîn de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin. Agir bi zêdeyî hezar avahiyan hate xistin. Li ser qereqolên polîsan û jendermeyan 250 êrîş hatin kirin. Zêdeyî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

3 HEZAR Û 354 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Ji dema kuştina zarok û vir ve hejmara kesên hatin binçavkirin hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku di nava şeş şevan de 3 hezar û 354 kes hatine destgîrkirin.

JI BO POLÎSÊ KU ZAROK QETIL KIR 800 HEZAR EURO

Di vê navberê de rastgirê tund Jean Messîha ji bo polîsê ku zarok qetil kir, kampanya da destpêkirin û 800 hezar Euro kom kir. Hate ragihandin ku ev pere wê ji malbata polîsê girtî re bê dayin. Gelek kesan ev helweseta rastgiran weke xelatkirina kuştina Ereban pênase kirin û nerazîbûn nîşan dan.

RASTGIRIYA TUND ZÊDE BÛ

Rastgirên tund ev bûyer ji xwe re kirin firsend û hîn bêhtir xwe nîşan dan. Li Lyonê komek ji rastgirên tund li pêşiya şaredariyê li hev kom bûn û bi destwerdana polîsan hatin belavkirin. Koma nijadperest dirûşmên "Em li mala xwe ne", "Fransa ya Fransiyan e" qîriya.