Li Wintzenheîma ku li nêzî Colmarê ye, li herêma Alsace ya rojhilatê welêt, agir bi pansiyoneke berastengan ketibû.
Sekreterê Giştî yê Walîtiya Haût-Rhînê Chrîstophe Marot li qada bûyerê daxuyanî da û ji bo 11 kesên ku agahî ji wan nayê stendin got “Mixabin zêde gumkan tune, ev kes di pansiyonê de bûn lê nekarîn derkevin derve.”
Marot diyar kir di destê sibehê de li pansiyonê 28 kes hebûn û bi tenê 17 kes karibûne derkevin.
Hate diyarkirin 10 berastengên navsere û tevî jineke li ser wan ku ji bajarê Nancy ê rojhilatê Fransayê hatine, nekarîne ji pansiyonê derkevin.
Serokkomar Emmanûel Macron li ser X’yê (twîttera berê) parvekirine kir û got “Li Wîntzenheîmê agir bi pansiyonekê ket û li vê pansiyonê berasteng hebûn. Li hemberî vê trajediyê ez bi cangorî, birîndar û malbatên wan re me.”
Îtfaiyeyê diyar kir ku şewat li kata zemînê dest pê kiriye. Ev dera 500 metrekarê berê axur bû û piştre veguherandine pansiyoneke du katî û kateke wê yê banî heye.