Li Fransayê 5’ê Kanûnê greva giştî heye

11 sendîkayên ku nûnertihya karkerên şirketa rêya hewayî ya Fransayê dikin, 5’ê Kanûnê li dijî reforma teqawîtbûnê biryara ketina grevê dan.

Li Fransayê 11 sendîkayên rêya hewayî, banga parastina teqawîtbûna heyî ya xebatkarên Rêya Hewayî ya Fransa û redkirina hişmendiya ‘Hê zêdetir karkirin û kêm qezenê’ kirin.

Sendîkayan bal kişandin ku hikûmet di sîstema teqawîtbûnê de dixwazin texrîbatên mezin bisepînin. 5 sendîkayên ku wê 5’ê Kanûnê li gelemperiya welat li dijî reforma teqawîtbûnê bikevin girevê ev in: Alter, CFE-CGC, CFTC, CGT, FO, SNGAF, SNPNC, SUD aérien, Unac, Unsa aérien û Unsa PNC.