Li Fransa êrîş: Serê mamostayê dîrokê hate birîn

Li Fransayê di saetên şevê de kesê ku serê mamostayekî dîrokê birî, ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Bûyera ku welat xist nava şoqê, li Qada Cnaflans-Saînt-Honorîne ya nêzî paytext Parîsê pêk hat.

Di saet derdorî 17:00’an de kesekî ku li Dibistana Navîn a Boîs-d Aûlne mamostatî dikir, ji aliyê kesekî 22 salî ve hate kêrkirin. Êrîşkarê ku serê mamoste jê kir, piştre nêzî 200 metre ji cihê bûyerê dûr bû, bi hinceta ku li ser banga polîsan nerawestiya hate kuştin.

Li gorî agahiyên ewilê ku kete çapemeniyê mamostayê dîrokê di dersê de bi sembola ‘azadiyê’ karîkatorên ku berî niha di kovara Charlîe Hebdo hatin parvekirin de mînak nîşan dida, ders dida. Ji ber vê sedemê tê texmînkirin ku mamostayê dîrokê ji aliyê êrîşkarê ku guman tê kirin ku alîgirê DAÎŞ’ê be ji bo wê mamoste kiribe hedef.

Polîs diyar kir ku êrîşkarê 22 salî berî niha ti têkiliyeke wî li gel derdorên îslamî yên redîkal tesbît nekiriye û navê wî di ‘Fiche S’ de jî nîne. Lê îdîa hene ku ‘pirsgirêkên derûnî’ yên vî kesî berê niha hebûn.

Piştî bûyerê Dozgerê Antî Terorîzmê kete dewreyê, têkiliyên êrîşkar lêkolîn dike.

Bi vê êrîşê re li Fransayê ji sala 2017’an û vir ve bû êrîşa 33’yan a pêk hatiye. Di êrîşa berî niha ya DAÎŞ’ê ya 13’ê Mijdara 2015’an a herî giran de 130 kes, 14’ê Tîrmeha 2016’an 86 kes miribûn.