Li Fînlandiyayê piştî 20 salan yekemîn hikumeta çepgir
Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto bi awayekî fermî hikumeta çepgir a navendî tayîn kir. Demokratê sosyal Anttî Rînne hate ser hikumetê.
Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto bi awayekî fermî hikumeta çepgir a navendî tayîn kir. Demokratê sosyal Anttî Rînne hate ser hikumetê.
Anttî Rînne yê ku ji dêvila Jûha Sîpîlayê rastgir bû serokwezîr, di 20 salên dawîn de bû yekemîn serokwezîrê hikumeta çepgir.
Demokratên sosyal di hilbijartina 14’ê Nîsanê de bûbûn partiya yekemîn lê ji ber rêjeya wan a dengan a 17,7 ji sedî, li hevkarên koalîsyonê digeriyan.
Demokratên sosyal hefteya borî, tevî çar pêkhateyên siyasî yên biçûk, li ser bernameyeke hevpar li hev kiribûn.