Li Fîlîpînê tifaqa artêşê û berxwedêran a li dijî DAIŞ'ê
Li Fîlîpînê artêş û berxwedêran li dijî çeteyên DAIŞ’ê biryara tifaqa leşkerî dan.
Li Fîlîpînê artêş û berxwedêran li dijî çeteyên DAIŞ’ê biryara tifaqa leşkerî dan.
Li Fîlîpînê muzakereyên şerê navxweyî didome yê ku 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di navbera Eniya Rizgariya Îslamiya Moroyê û rêveberiya Roberto Dûtertes de, ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biryara tifaqa hevpar a leşkerî hate dayîn.
Li gorî daxuyaniya artêşa Fîlîpînê li dijî Îslamîstên radîkal ên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê wê têkoşîn were kirin. Hat diyarkirin ku wê tifaq li dijî komên Ebû Tûrayfî be.
Bi MILF a ku nêzî 10 hezar leşkerên wê hene di sala 2014’an de peymana aştiyê hatibû çêkirin, lê derbasî qonaxa çekdanînê nehatibû kirin.
Di êrîşên dagirkeriyê yên komên ku girêdayî DAIŞ’ê de yên ji meha Gulanê û vir ve, bi hezaran kes hatin kuştin.