Li Fîlîpînê hezan: 26 kes mirin, 23 kes jî winda ne
Di encama hezîna xakê ya ji ber bagerên tropîkal ên li grava Bîlîran a Fîlîpînê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî winda bûne.
Di encama hezîna xakê ya ji ber bagerên tropîkal ên li grava Bîlîran a Fîlîpînê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî winda bûne.
Rêveberan anî ziman ku ji ber bagera Kaî-Tak a li giranên Sama û Leyte a roja Şemiyê bibandor bû, 88 hezar kes hatin sewqkirin.
Ji aliyê rayedaran ve hate ragihandin ku ji ber hezîna xakê 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, 23 kes jî winda bûne.
Her wiha hate diyarkirin ku xetên elektirîk û telefonê ya 39 herêman jî hatine birîn, ziyan gihiştine pir û rêyan jî.