Li Fîlîpînê bahoza tropîkal: Hejmara qurbaniyan bû 68 kes

Li Fîlîpînê, hejmara mirovên ji ber bahoza tropîkal jiyana xwe ji dest dan, bû 68 kes.

Rayedaran diyar kirin, herî kêm 68 kes ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane û dibe ku hejmar zêdetir bibe.

Hate ragihandin, li herêma Bîcolê ku herêmeke çiyayî ya li başûrê rojhilat ê paytext Manîla ye, 57 kes mirine, li girava Samarê jî 11 kes mirine. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber di nava avê de xeniqîn, ya jî di bin erdê şemitî de man.

Midûrê parastina sivîl a herêma Bîcolê daxuyaniyek da û got, "Bi tirs û fikar im ku bîlanço girantir bibe, ji ber ku gelek herêm hene ku me hîn xwe negihandinê." Tê gotin, herî kêm 17 kes winda ne.

Bahoza ku navê Ûsman lê hatiye kirin, roja Şemiyê li Fîlîpînê rabû. Bahoz bû sedem ku baraneke dijwar bibare, lehî rabe û erd bişemite.