Li Fîlîpînan di dema ayîna Katolîk de êrîşa bi bombeyî pêk hat

Li herêmeke başûrê Fîlîpînan di dema ayîna Katolîk de êrîşa bi bombeyî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 3 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Şefê polîsan ê herêmê Allan Nobleza ragihand ku teqîn li bajarê herî mezin ê Misilmanan ê welêt Marawê li salona sporê ya Zanîngeha Dewletê ya Mîndanao di dema ayînê de pêk hatiye.

Allan Nobleza got, ew der barê bûyerê lêkolînê dikin.

Nobleza diyar kir ku sê kes mirine. Waliyê eyaleta Lanao del Sur Mamîntal Adîong ji rojnamevanan re got, “Zêdeyî 40 kes rakirine nexweşxaneyê.”

Serokê Dewleta Fîlîpînan Ferdînand Marcos daxuyaniyek da û got: “Ez van çalakiyên bê wate yên ji aliyê terorîstên biyanî ve tên kirin, bi tundî şermezar dikim.”

Şaredariya Marawiyê Majul Gandamra bang li civakên Misilman û Xiristiyan kir ku bibin yek.